Şîrketên Tirkiyê û biyanî li Sûriyê veberhênana enerjiya stratejik ya bi 7 milyar dolarî dikin

Fraksiyonên Kurdistanî li Civata Nûnerên Iraqê ragihandinek li ser nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê belav dikin û radigihînin, “Ev biryar li dijî jiyara rojane ya welatiyên Herêma Kurdistanê ye.”Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê îro (Pêncşem, 29ê…

30 Gulan 2025

Fraksiyonên Kurdistanî li Civata Nûnerên Iraqê ragihandinek li ser nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê belav dikin û radigihînin, “Ev biryar li dijî jiyara rojane ya welatiyên Herêma Kurdistanê ye.”

Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ragihandinek parve kir û tê de got, “Em ji ber biryara Wezareta Darayî ya Federal û rawestandin, nedan û neşandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê matmayî mane.”

Fraksiyonên Kurdistanî amaje jî daye, “Bi liberçavwergirtina rewşa mirovî û ew rewşa dijwar a ku fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber polîtîkayên Wezareta Darayî ya Federal tûş bûne gihîştiye asta birçîbûn û şerê jiyara wan rojane, armanceke siyasî li pişt vê biryarê heye û binpêkirina destûrê Iraqê ye, ku li dû madeya 37/Yekê parastina rêz û rûmeta welatiyan bê ku şert û merc çi bin garantî dike.”

Fraksiyonên Kurdistanî di pareke din a ragihandina xwe de gotiye, “Tiştê ku Wezareta Darayî ya Federal li dijî mûçexurên Herêma Kurdistanê dike li dijî madeya 14ê ya destûrê ye, ku mafê wekhevî û dadperweriyê ji bo tevaya welatiyên Iraqê li seranserî wî welatî garantî kiriye.”

Fraksiyonên Kurdistanî ron jî kiriye ku, li ser bingeha wijdana neteweyî, erkê mirovî û berpirsiyariya exlaqî, wan bi awayekî fermî ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku bi lez destwerdanê bike da ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên şandin û mafên welatiyan bi ti nakokiyeke siyasî û teknîkî ve neyên girêdan, ji ber ku mûçe ne minet lê mafekî destûrî û mirovî ye ku ji welatiyan re hatiye garantîkirin. Ji ber vê yekê, derengxistina wê dê cezakirineke bikom be û tenê fermanber dê wê cezayê werbigirin.

Fraksiyonên Kurdistanî yên Civata Nûnerên Iraqê herwesa gotiye ku, wan daxwaza çareseriyeke bingehên û herdemî ji bo pirsgirêka mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo vê armancê jî ew li benda bersiva Serokwezîrê Iraqê ne ku gavên pêdivî biavêje da ku li gorî azarên fermanber û welatiyên Herêma Kurdistanê be.

Fraksiyonên Kurdîistanî li dawiyê jî daxwaza ji serokomar û wezîrên Kurd ên di hikûmeta federal de kir ku, helwesta xwe ya ron û eşkere li ser wan dijminatiyên li dijî fermanberên Herêma Kurdistanê tên kirin nîşan bidin.