PWK beşdarî çalakiya “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” bû!

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Merdinê bi amadekarîya rêveberîya Dibîstana Lîseya Îmam Xetîp a Anatolî ya Ozcan Yildiz ve 5 emîn “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” di navbera dibîstanên navîn de, çalakîyek li darxistin.Çalakî bi xwendina “Bi Xemlû Rewş e, Şêrîn…

22 Gulan 2025

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Merdinê bi amadekarîya rêveberîya Dibîstana Lîseya Îmam Xetîp a Anatolî ya Ozcan Yildiz ve 5 emîn “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” di navbera dibîstanên navîn de, çalakîyek li darxistin.

Çalakî bi xwendina “Bi Xemlû Rewş e, Şêrîn û Xweş e Zimanê Kurdî” bi muzîka Aram Tîgran dest pê kir.

Paşê rêvebirê Dibîstanê birêz Tarik Yilmaz axaftina xwe pêk anî. Tarik Yilmazî di warê têgihîştin û perwerdê de girîngbûna ziman dest nîşan kir.

Ji terfê xwendekaran, xwendina helbestan di bin çavdêrîya komisyona Jûrîyê ve hate xwendin.

Piştî Nîrxandina komisyana Jûrîyê ve 6 (şeş) çalakvanên xwendegehan hatin hilbijartin.

Pêşbirk, bi xwendina xwendekarên kû hatibûn hilbijartin, yeko yeko deketin ser dikê û helbestên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û wkd. bi Kurdî xwendin.

Em jî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya şaxa Merdînê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi awakî xweş û geş derbas bû.