Îran: Rêkeftin hebe an jî nebe, em dewlemend kirina uranyûmê ranawestînin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Yekşemê ragehand ku Tehran dixwaze peymaneke atomî ya mayînde pêk bîne, lê dîsa jî ew ê dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernedin.Ev di demekî de ye ku Serokê şandeya danûstandinan a Amerîkî Stephen Witkov…

19 Gulan 2025

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî roja Yekşemê ragehand ku Tehran dixwaze peymaneke atomî ya mayînde pêk bîne, lê dîsa jî ew ê dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernedin.

Ev di demekî de ye ku Serokê şandeya danûstandinan a Amerîkî Stephen Witkov îro ragehand, “Em ê nehêlin Îran uranyûmê dewlemend bike.”

Iraqçî got, “Helwesta me li ser mafên Îranê wekî welatekî endamê Peymana Ne-Belavkirina Çekên atomî zelal û bê guman e û ti sedemek tune ku Îran qebûl bike ku dev ji van mafan berde.”

Navborî got: “Eger Amerîkayê di misogerkirina wê de ciddî be ku Îran çekên atomî bi dest nexe, hîn jî îhtîmala rêkeftinekê heye û em amade ne ku bi diyalogeke cidî bigihîjin çareseriyeke mayînde û dibêje jî, çalakiyên dewlemendkirinê li Îranê dê berdewam bin, vêja rêkeftin çêbe, neçêbe.”