Encamnameya Lûtkeya Erebî ya Bexdayê hate ragihandin: Biryar hatin eşkere kirin

Encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereb a li paytexta Iraqê Bexdayê hate lidarxistin, hate ragihandin û biryarên hatine dayîn hatin eşkere kirin. Di encamnameyê de, hate xwestin ku xwînrijandina li Xezeyê bê rawestandin, pêvajoyeke derbasbûna siyasî ya giştgir li Sûriyeyê bê destpêkirin…

18 Gulan 2025

Encamnameya Lûtkeya Yekîtiya Ereb a li paytexta Iraqê Bexdayê hate lidarxistin, hate ragihandin û biryarên hatine dayîn hatin eşkere kirin. Di encamnameyê de, hate xwestin ku xwînrijandina li Xezeyê bê rawestandin, pêvajoyeke derbasbûna siyasî ya giştgir li Sûriyeyê bê destpêkirin û çareseriyeke siyasî ji bo Sûdanê bê dîtin.

Li lûtkeya 34emîn a Bexdayê, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku zextê bike ji bo rawestandina xwînrijandinê li Xezeyê û koçberkirina filistîniyan bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîşên Xezeyê divê werin bicihkirin û girîngiya gihîştina alîkariyên mirovî û vekirina hemû dergehan hat diyarkirin.

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê hatin şermezarkirin û girîngiya destpêkirina pêvajoya derbasbûna siyasî hat bibîrxistin. Biryara Serokê Amerîka Donald Trump a rakirina dorpêçan li ser Sûriyeyê bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Hate gotin ku divê çareseriyeke siyasî ji bo pevçûnên li Sûdanê bê dîtin û piştgirî ji bo yekîtiya axa Sûdanê, yekîtî û serxwebûna wê hat nîşandan.

Herwiha, piştgirî ji bo ewlehî, aramî û serweriya axa Lubnanê hat ragihandin. Li ser Yemenê, piştgiriya Konseya Serokatiyê û hikûmetê hat diyarkirin û hewlên NY û aktorên herêmî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgir hate piştrast kirin.

Herwiha piştgirî ji danûstandinên bernameya nukleerî ya di navbera Îran û Amerîkayê de hat dayîn û hêvî hat xwestin ku ev hevdîtin encamên erênî bidin.