Şam û Rojava ji bo sererastkirina Destûrê danûstandinê dikin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku niha Desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê danûstandinê li ser bendên danezana Destûrê dikin daku pêşnûmeya destûrî ya nû sererast bikin.SOHRê daye zanîn, ev danûstandin ji bo peydakirina lihevkirineke siyasî…

14 Gulan 2025

 Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku niha Desthilata Şamê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê danûstandinê li ser bendên danezana Destûrê dikin daku pêşnûmeya destûrî ya nû sererast bikin.

SOHRê daye zanîn, ev danûstandin ji bo peydakirina lihevkirineke siyasî û nûnertiya xelkê deshilata Rêveberiya Xweser tê kirin.

Hatiye diyarkirin, danûstandin ji bo destpêkirina rêyeke siyasî ye, dûrî şerê çekdarî û naskirina mafên Kurdan ên siyasî tê kirin

Hêjayî gotinê ye, 10ê Adarê Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê li hev kiribûn. Herwiha meha Nîsanê peymanek ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatibû îmzekirin.

ENKS jî û Rêveberiya Xweser jî li dijî pêşnûmeya Destûra Sûriyê derketibûn, bi sedema ku nûnertiya mafên pêkhateyan û bi taybet jî yên gelê Kurd nake.