Suhbeta Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî

Di roja Şemî, 10'ê Gulanê 2025'an de dê suhbetek bi navê "ÇÎROKA JIYANA MIN" bi birêz Emîn Narozî re were lidarxistin.Ev suhbeta ku bi xêr bên bo dîdar û hevdîtina digel nivîskar û wergêr Emîn Narozî wê di saet 14:00'an…

8 Gulan 2025

Di roja Şemî, 10’ê Gulanê 2025’an de dê suhbetek bi navê “ÇÎROKA JIYANA MIN” bi birêz Emîn Narozî re were lidarxistin.

Ev suhbeta ku bi xêr bên bo dîdar û hevdîtina digel nivîskar û wergêr Emîn Narozî wê di saet 14:00’an de dest pê bike.

Çalakî li Kitêbxaneya Kurdî ya li navnîşana Gustavslundsvägen 170, Alvik dê pêk were.

Ev bername ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî ve tê amadekirin û bi piştgiriya Rêveberiya Çandê ya Bajarê Stockholmê (Med stöd från Stockholms stads kulturförvaltning) tê organîzekirin.

Birêz Emîn Narozî, yek ji nivîskar û wergêrên naskirî yên edebiyata kurdî ye û di vê suhbetê de dê derbarê çîroka jiyana xwe de axaftinê bike.

Ji bo hemû hezkiriyên edebiyat û çanda kurdî re ev çalakî dê bibe firsendeke giranbiha ji bo nasîna bêhtir a jiyan û berhemên vî nivîskarê hêja.