Mûsa Ehmed: Kampên li Kurdistanê ji yên li Tirkiye, Libnan û Urdinê çêtir in

Mûsa Ehmed got, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnertiya doza mirovî li Herêma Kurdistanê dike. Herwiha got, ev dezgeh hizra Barzaniyê nemir ji bo mijara pêkvejiyan, karên mirovî û jîngehparêziyê nîşan dide.Amaje bi wê kir, “Me hewl da ku hevahengiyê di navbera…

20 Nîsan 2025

Mûsa Ehmed got, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nûnertiya doza mirovî li Herêma Kurdistanê dike. Herwiha got, ev dezgeh hizra Barzaniyê nemir ji bo mijara pêkvejiyan, karên mirovî û jîngehparêziyê nîşan dide.

Amaje bi wê kir, “Me hewl da ku hevahengiyê di navbera welatên bexşkar, veberhêner û bexşkeran û welatiyên ku pêwîstiya wan alîkariya mirovî hene, çêbikin.”

Herwiha got, çanda xêrxwaziyê her tim li Kurdistanê hebûye û got: “Ev çand xalek erênî ya welatê me ye, me hewl da ku vê xêrxwaziyê organîze bikin û baweriyê di navbera welatiyan û xêrxwazan de ava bikin.”

Mûsa Ehmed got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Nemir moleta kar li Iraq û Herêma Kurdistanê, li Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wergirtiye, herwiha niha hewl didin ku li Sûriye, Tirkiye û Almanyayê jî werbigirin.”

Serokê Dezgeha Barzanî aşkere kir, ji bo bicihkirina penaberan li Herêma Kurdistanê zêdetirî 28 kampan, karekî ne hêsan e. Got jî: “Eger ne ji bo mirovên xêrxwaz ba, me nedikarî ev kar bikira. Kampên li Herêma Kurdistanê ji yên li Tirkiye, Libnan û Urdinê cuda û çêtir in.”