SILÊMANÎ – Mesrûr Barzanî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê qebûl kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê qebûl kir.Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.Forum mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevlî forumê bû û…

17 Nîsan 2025

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê qebûl kir.

Foruma Silêmaniyê îro demjimêr 10:00an dest pê kir û dê sibe biqede.

Forum mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tevlî forumê bû û li wir bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade re civiya.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Mesrûr Barzanî û Seîd Xetîbzade daxuyaniyek belav kir û ragihand:

“Di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û herêmê û bipêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hatin nîqaşkirin.

Her wiha tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha berjewendiyên hevpar hat kirin.”

Di beşeke din a civînê de, “Gotûbêjên Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê û girîngiya parastina ewlehî û aramiya herêmê” hatin nîqaşkirin.

Mesrûr Barzanî îro li Foruma Silêmaniyê di beşeke axaftina xwe de got:

“Îran lawaz nebûye, cîranê me ye, pêwendiyên me yên dostane bi Îranê re hene.

Li gel Amerîkayê jî dostaniya me heye û her tim piştgirên me ne.”

Serokwezîr her wiha anî ziman:

“Em rêzê li pêwendiyên xwe yên bi Îran û Amerîkayê re digirin.

Bi ti awayî ne di berjewendiya Kurdan de ye ku bibin beşek ji pirsgirêkê.”

Foruma Silêmaniyê mêhvandariya gelek siyasetmedar û serkirdeyên bibandor dike.