Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan Xelata Rûmetê ya Almanyayê wergirt

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li Berlînê Xelata Rûmetê ya Almanyayê da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.Wezaretê ji ber xebat û xizmeta wî ya 25 salan a di çareseriya derûnî de, bi taybetî çareserkirina rewşa derûnî ya Kurdên Êzidî xelat…

22 Adar 2025

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li Berlînê Xelata Rûmetê ya Almanyayê da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.

Wezaretê ji ber xebat û xizmeta wî ya 25 salan a di çareseriya derûnî de, bi taybetî çareserkirina rewşa derûnî ya Kurdên Êzidî xelat da Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan.

Xelat bi navê “Xelata Şanaziyê ya Almanyaya Federal” e û ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ve hat pêşkêşkirin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan li ser wergirtina xelatê ji Rûdawê re got:

“Niha li cîhanê gelek mirov tên kuştin, gelek kes hene ku rewşa wan xirab e.

Ev bibîrxistin û derfetek e ku em platformekê ava bikin, gelekî kar bikin ji bo ku aştî çêbibe.

Ev xelat ji bo min handerek e ku ez berdewamiyê bidim karê xwe yên di warê lêkolîn, mirovî û derûnî de.”

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan destnîşan kir ku wan hezar û 100 Kurdên Êzidî birine Almanyayê û li Herêma Kurdistanê jî alîkariya 12-13 hezar kesên ku pirsgirêkên wan ên derûnî hene dikin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockî piştî dayîna xelatê ji nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şaliyê re da zanîn:

“Li vê cîhana tijî qeyran ji bo çareserkirina pirsgirêkên derûnî û ji bo ku komkujî û tawan ji bo çend nifşan nemînin pêwîstiya me bi karê Dr. Îlhan heye.”

Hevpeyvîna Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re:

Rûdaw: Dema min guhdariya axaftina te kir, gelek bandor li ser min çêbûn. Hestekî çawa bû? Te got hestekî xweş e û di heman demê de tu difikirî ku em di cîhaneke çi qasî xirab de dijîn. Hestê te çawa bû ku te ev xelat wergirt?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Bê guman, ev ji bo min hestekî gelek taybet bû, çimkî ev mezintirîn xelat e ku dewleta Almanyayê dide lêkolerekî Kurd. Li aliyê din, ev bîrxistinek e ku her wekî baş dizanin, gelek pirsgirêk û şer li cîhanê hene. Gelek mirov tên kuştin, rewşa gelek kesan xirab e. Ev bîrxistinek û derfetek e ku em platformekê ava bikin, ji bo ku aştî hebe gelekî kar bikin. Ev xelat ji bo min handerek e ku ez berdewamî bi karê xwe yê di warê lêkolîn, mirovî û derûnî de bidim.

Rûdaw: Hûn li vir, li Almanyayê ji dayîk bûn?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Ez li nahiyeyeke nêzîkî Batmana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûme. Dema dê û bavê min hatin Almanyayê ez 7 salî bûm. Min li vir dibistana xwe temam kir, min li Almanya û Amerîkayê zanîngeh xwend. Ez li cîhanê geriyam û piştre ez vegeriyam Almanya û Kurdistanê.

Rûdaw: Piştî êrişên DAIŞê, we wekî Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê got, hûn çûn Başûrê Kurdistanê û we li wir çi kir? Bi kurtî ji min re behs bike, we çend jin û keçên Kurdên Êzidî ji bo dermankirinê birin Almanyayê?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Piştî ku DAIŞ çû Kurdistan, Îraq û Sûriyeyê, hikûmeta Herêma Baden-Wurttembergê ku herêmeke Almanyayê ye erk spart me û got, em dixwazin ku hûn tîmekê ava bikin, biçin Kurdistan û Îraqê. Kesên ku ketine destê DAIŞê û rizgar bûne bibînin, her wiha kesên ku rastî zext û nexweşiyên derûnî hatine. Li rewşa wan binêrin û li gel tîma xwe wan bînin Almanyayê ji bo ku em çareseriya bijîşkî ji wan re bikin. Salên 2014 û 2015an em her dem li Kurdistanê bûn, ji bo demeke dirêj gelek kes di destê DAIŞê de bûn, rizgar nebûbûn û aware bûbûn, rewşeke gelekî dijwar bû lê belê bi hevkariya dewleta Almanyayê û tîmeke gelekî mezin li Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê me karî hezar û 100 kesî bînin Almanyayê. Niha zarokên wan li dibistan û zanîngehan dixwînin û bûne endazyar. Wekî mînak, keçên wekî Nadiya Murad Xelata Nobelê wergirtiye, serkeftineke gelekî mezin di vê projeyê de hatiye bidestxistin.

Rûdaw: Heta niha çend kesan ji aliyê tîma we ve dermankirina derûnî wergirtiye?

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan: Niha li Almanyayê hezar û 100 kes in, piştre gelek penaberên Kurd û Êzidî hatine nexweşxaneya me. Bijîşkên me hene ku zimanên Kurdî, Erebî, Almanî û Îngilîzî dizanin û alîkariya wan dikin. Li Zanîngeha Dihokê tîmeke me heye û me navendek ji bo dermankirina derûnî vekiriye. Hezar û 800 xwendekarên me eger ez şaş nebim, alîkariya nêzîkî 12-13 hezar kesî dane.

Rûdaw