Banê / Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir

Çekdarên Rejîma Îranê li navçeya Sorkêwê ya bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd qetil kir. Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku çekdarên rejîma Îranê duh (20.03.2025) li sînorê navçeya Sorkêwê ya bi ser bajarê Banê ve yê Rojhilatê…

22 Adar 2025

Çekdarên Rejîma Îranê li navçeya Sorkêwê ya bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd qetil kir. 

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku çekdarên rejîma Îranê duh (20.03.2025) li sînorê navçeya Sorkêwê ya bi ser bajarê Banê ve yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberê ciwan ê bi navê Sîna Rustempûr, kir hedef. 

Hat ragihandin ku ew kolberê ciwan ji sînga xwe ve bû hedef û canê xwe ji dest da.

Hengawê diyar kir ku Sîna Rustempûr zewicî û bavê zarokekî bû.