Parlamentoya Swêdê kîmyabarana Helebceyê bi bîr anî

Parlamentoya Swêdê kîmyabaran Helebceyê bi bîr anî.Sibe roja yekşemê salvegera kîmyabarana Helebçeyê ye.Berî wê jî, vê hefteyê li Swêdê bîranîneke hêja ya vê salvegerê çêbû.Li bajarê Stockholmê û di nava avahiya parlamentoya Swêdê de ev roj hat bibîranîn.Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê…

16 Adar 2025

Parlamentoya Swêdê kîmyabaran Helebceyê bi bîr anî.

Sibe roja yekşemê salvegera kîmyabarana Helebçeyê ye.

Berî wê jî, vê hefteyê li Swêdê bîranîneke hêja ya vê salvegerê çêbû.

Li bajarê Stockholmê û di nava avahiya parlamentoya Swêdê de ev roj hat bibîranîn.

Nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê ya Swêdê, bi hevkariya tora Swêdiyan û Kurdan ya nava parlamentoya Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî yên Swêdê ev bîranîn pêk anîn.

Holeke tijî siyasetmedarên Swêdî û Kurdistanî, bi çend kesên ku ji kîmyabarana Helebçeyê rizgar bûne û nûnerên saziyên diyasporaya Kurdan a li Swêdê, guhdariya lorîn û hewarên hunermendên Hewramanê ku di bîranînê de beşdar bûn kirin.