HSD: Komên bi ser Tirkiyeyê ve li dijî Kurdan ketine seferberiyê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku metirsiya komkujiyê li ser taxên Kurdan ên Îdlib, Ezaz û Cerablusê heye û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ketine seferberiyê.Çavkaniyên nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin, komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve li derdora…

10 Adar 2025

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku metirsiya komkujiyê li ser taxên Kurdan ên Îdlib, Ezaz û Cerablusê heye û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ketine seferberiyê.

Çavkaniyên nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin, komên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve li derdora taxên Kurdan ên Îdlib, Cerablus û Ezazê ketine seferberiyê.

HSDyê her wiha da zanîn, tirseke zêde heye ku mîna komkujiya Elewiyên beravê, komkujî li dijî Kurdan bê destpêkirin.

Duh piştî fitarê komeke çekdar a bi ser Tirkiyeyê ve li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê êrîşî otombîlekê kir ku 4 sivîl tê de bûn û birîndar bûn. 

HSDyê ragihand ku hêzên wan hewl da birîndaran rakin nexweşxaneyê, lê rastî kemîneke çekdaran hatin û şer di navbera wan de derket.