HELEB – Êrişî taxa Kurdan hat kirin

Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, çekdarên desthilata Şamê êrişî xala kontrolê ya li herêma Ewaridê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.Di encamê…

10 Adar 2025

 Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, çekdarên desthilata Şamê êrişî xala kontrolê ya li herêma Ewaridê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe û kesek birîndar bûn.

Hat zanîn ku Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê bersiv daye êrişê.

Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê 27ê Çiriya Paşîn a 2024an bêyî ku rastî berxwedana hêzên hikumeta Sûriyeyê bên piraniya bajarê Helebê kontrol kirin.

Çekdaran xwest bikevin her du taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî.

Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ber wan rê girt.

Paşê jî HSD û HTŞyê li ser her du taxan li hev kir.

Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê ku taxeke Kurdan e, di kontrola HSDyê de ye.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê di warî îdarî û birêvebirinê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve tên birêvebirin.