Ordiya Îranê Kurdistana Başûr topbaran dike

Ordiya Îranê Kurdistana Başûr topbaran dike

26 Hezîran 2016

Ordiya Îranê bi hinceta ku sengerên pêşmergeyên PDK-Î li wê ne deverên li Kurdistana Başûr, devera Sîdekan û Hacî Omeran topbaran dike.

Li gora agahiyan di encama topbaranê de duyên wan zarok çar sivîl birîndar bûne û xelk ji gundên dikevin menzîla topan direvin.

Tê ragihandin ku dever li gel lêdana topên menzîldirêj, hêzên ezmanî jî tên bombekirin.