Abdurahman Kurt: Birêz Mesûd Barzanî nûnerekî hêja yê aştî û dadperweriyê ye

Siyasetmedarên Kurd derbarê çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê de dibêjin, pêdivî bi kesayetiyek wek Serok Mesûd Barzanî heye ku kesek wek wî dikare vê pirsgirêka kûr û zehmet li ser bingeha aştî û aramiyê ber bi çareseriyê ve bibe.Siyasetmedar Abdurahamn…

16 Sibat 2025

Siyasetmedarên Kurd derbarê çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê de dibêjin, pêdivî bi kesayetiyek wek Serok Mesûd Barzanî heye ku kesek wek wî dikare vê pirsgirêka kûr û zehmet li ser bingeha aştî û aramiyê ber bi çareseriyê ve bibe.

Siyasetmedar Abdurahamn Kurt ji K24ê re got: “Birêz Mesûd Barzanî kesayetiyek aştîxwaz e û piştgiriya dadperweriyê dike ye. Di nava hemû kurdan de cihek wî yê hêja heye, ew dikare bê şer û pevçûn bê alozî, sûdê bide vê pêvajoyê. 

Herwiha Abdurahamn Kurt got: “Pêdiviya vê pêvajoyê, bi çavekî aştîxwaz heye û Birêz Mesud Barzanî kesekî wsa ye ku dest ji daxwaza aştiyê û dadperweriyê berdnade. Di vî warî de nûnerek girîng û hêja yê aştî û dadperwerî û wekheviyê ye.”