Li Çewlikê erdhej çêbû: Çend bajarên Bakurê Kurdistanê hejiyan

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê danê sibehê erdhejeke bi tundiya 4,8 pile çêbû ku li hejmarek bajarên din jî bû sedema tirsê.Serokatiya Afat û Rewşên Lezgîn AFADê ragihand ku li navçeya Yedisu ya Çewlikê li demjimêr 02:28an erdhejeke bi…

16 Sibat 2025

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê danê sibehê erdhejeke bi tundiya 4,8 pile çêbû ku li hejmarek bajarên din jî bû sedema tirsê.

Serokatiya Afat û Rewşên Lezgîn AFADê ragihand ku li navçeya Yedisu ya Çewlikê li demjimêr 02:28an erdhejeke bi hêza 4,8 rû daye.

Hate ragihandin ku li bajarên Diyarbekir, Xarpêt, Meletî, Dêrsim, Batman û Erziromê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Parêzgariya Çewlikê eşkere kir ku li gorî lêgerîn û lêkolînên wan ti ziyaneke canî û madî di encama wê erdhejê de çênebûye.