Baregayê Barzanî li ser Serok Barzanî daxuyaniyek da

Baregayê Barzanî bi daxuyaniyekê ew gotegot red kirin ku bi navê Serok Barzanî derbarê Serokwezîrê Iraqê de hatine belav kirin.Îro 03.02.2025ê Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û diyar kir:“Di çend malperên medyayî û medyayên sosyal de daxuyaniyek bi navê cenabê…

3 Sibat 2025

Baregayê Barzanî bi daxuyaniyekê ew gotegot red kirin ku bi navê Serok Barzanî derbarê Serokwezîrê Iraqê de hatine belav kirin.

Îro 03.02.2025ê Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û diyar kir:

“Di çend malperên medyayî û medyayên sosyal de daxuyaniyek bi navê cenabê Serok Barzanî belav bûye ku qaşo Serok Barzanî li dij e Mihemed Şiya Sûdanî ye ku careke din bibe serokê Hikûmeta Iraqê. Em radigehînin tu bingehekî vê mijarê tune û ji rastiyê dûr e.”

Herwiha hat ragehandin:

 “Armanca belavkirina wan gotegotan têkdana pêmgavên baş û atmosfera erênî ye ku di peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de ava bûye.”