Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê doh bi rêya bejahî û asmanî karwanên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwanekî leşkerî yê ku ji 60 barhilgirên…

31 Çile 2025

Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê doh bi rêya bejahî û asmanî karwanên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwanekî leşkerî yê ku ji 60 barhilgirên çek û tank hilgirtî pêk dihat ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Hat ragihandin ku 20 barhilgir ji wî karwanî çûne baregeha Qesrikê û 40 barhilgir jî çûne baregeha Xirab Cîr a li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê.