Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Alman Tobias Lindner kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 23yê Çile li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Berpirsê Birêxistinkirina Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner kir.Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Di hevdîtinê de berdewamkirina pêwendiyên Almanyayê bi Iraq û…

24 Çile 2025

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 23yê Çile li Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Berpirsê Birêxistinkirina Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê  ragihand, “Di hevdîtinê de berdewamkirina pêwendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamena Kurdistanê, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyeyê û geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gengeşekirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştgiriya berdewam a Almanyayê di warên leşkerî, siyasî û mirovî de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar bi Almanyayê re di hemû waran de kir.

Tobias Lindner, pesnê proseya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û rêjeya bilind a tevlîbûna welatiyan di hilbijartinan de da û li ser hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re dîtin û nerînên xwe parve kirin.

Herwiha her du aliyan girîngiya parastina aramî, seqamgirî û alîkariya hemû aliyan ji bo dûrxistina aloziyan a herêmê anîn ziman.