Hoşyar Zêbarî: Ji bo avakirina hikûmetê bipêşveçûneke gelekî baş heye

Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, di navbera PDK û piraniya aliyên din de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bipêşveçûneke "gelekî baş" heye.Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Ji aliyê…

21 Çile 2025

 Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, di navbera PDK û piraniya aliyên din de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê bipêşveçûneke “gelekî baş” heye.

Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Ji aliyê siyasî û teknîkî ve, di navbera PDK û YNK û piraniya aliyên din de bipêşveçûneke gelekî baş heye.”

Hoşyar Zêbarî, ku di heman demê de serokê şandeya danûstandinkar a PDKyê ye ji bo pêkanîna hikûmetê, got:

“Pêvajo pêwîstî bi demê heye, ji bo lihevtêgihîştin û hevahengiya temam di navbera hemû aliyan de, heta niha her tişt gelekî baş bi rê ve diçe.”

Piştî hilbijartina gera 6em a Parlamentoya Kurdistanê, YNK û PDKyê du civînên fermî kirine, civîna yekem 30-11-2024an li Debaşan, civîna duyem jî 17-12-2024an li Pîrmamê hat kirin.

Hoşyar Zêbarî got: “Sê caran civînên şandeya teknîkî di navbera PDK û YNKyê de, zincîreyeke civîn bi aliyên din re jî hatine kirin.”

Derbarê civîna bê ya şandeya teknîkî ya PDK û YNKê de, ku tê gotin sibe careke din dê bicivin, Hoşyar Zêbarî got: “Civînên teknîkî di rojên bê de dê berdewam bikin.”

Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de Partiya Demokrat a Kurdistanê 39 kursiyan bi dest xist û bû partiya yekem.

Piştî wê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistin.