PWK serdana Baroya Batmanê kir

Şanda PWKê ya ku ji Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir û rêveberên partiyê Hamdusena Demirel, Zeynel Abidîn Turan, Kazım Demir û M.Emin Diclê pêkhatî, îro (31.12.2024) serdana Baroya Batmanê kir.Serokê Baroyê Av. Abdulhamît Çakan û endamê rêveber Av. Minnan Öncü…

31 Kanûn 2024

Şanda PWKê ya ku ji Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir û rêveberên partiyê Hamdusena Demirel, Zeynel Abidîn Turan, Kazım Demir û M.Emin Diclê pêkhatî, îro (31.12.2024) serdana Baroya Batmanê kir.

Serokê Baroyê Av. Abdulhamît Çakan û endamê rêveber Av. Minnan Öncü pêşwaziya şandê kirin. Di hevdîtinê de PWKê, hilbijartina Çakan a wek Serokê Baroyê di Kongreya 18emîn de pîroz kir.

Her du aliyan di hevdîtinê de li ser mijarên rojevê û bûyerên dawî nêrînên xwe parve kirin. Serokê Baroyê Av. Çakan spasiya xwe ji bo serdanê anî ziman.

Hevdîtin bi hêviya berdewamiya têkiliyan bi dawî bû.

ppp.jpg