Navenda Rûdawê bû armanca êrîşekê

Navenda Rûdawê bû armanca êrîşekê, birîndar hene

25 Hezîran 2016

Navenda Grûba medyayê ya Rûdawê li Hewlêrê bû armanca êrîşekê. Li goriya agahiyan kesê an jî kesên nenas piştî nîvê şevê demjimêr dora 00:05an de bomeyek desta avêtine avahiyê û di encamê de pênc kes birîndar bûne.

Tê ragihandin ku polîs û asayîş piştî teqînê bilez gîhaştine cîhê bûyerê û avahiya Rûdawê kontrol kirine. Lêpirsîna derheq teqînê de hê dom dike û ti agahiyeke fermî hêj negihaştiye medyayê.