Nauert her wiha tekez kir, ew Hewlêr û Bexdayê jî teşwîq dikin, da ku pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.
Nauert, herwiha da zanîn, ku ew Hewlêr û Bexdayê pal didin daku pirsgirêkên di navbera wan de mane çareser bikin û got: “Bi baweriya me hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federalî de destpêkeke bo aramiyeke demdirêj li Iraqê.”
Li ser pêwîstiya hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê jî, Nauert da xuyakirin: Em di wê baweriyê de ne, hikûmeteke bihêz a Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke yekgirtî û federal de tiştekî seratayî ye, ji bo aramiya demdirêj li Iraqê û têkbirina DAIŞê bi temamî.

