Efrîn – Şervanan operasyon kir: Kuştî û birîndar hene

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke şervanên Kurd de çekdarekî girêdayî Tirkiyeyê hat kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûnLi gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şervanên Kurd li gundê Kibêşînê yê Efrînê li hemberî grûpên çekdar operasyonek li…

14 Cotmeh 2024

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke şervanên Kurd de çekdarekî girêdayî Tirkiyeyê hat kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûn

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şervanên Kurd li gundê Kibêşînê yê Efrînê li hemberî grûpên çekdar operasyonek li dar xist.

SOHRê da zanîn ku di encama operasyonê çekdarekî HTŞyê hatiye kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî SOHRê, 10ê Çiriya Pêşîn şervanekî Kurd di encam topbarana Artêşa Tirkiyeyê û grûpên girêdayî wê de canê xwe ji dest daye.