Li Dêrsimê agir bi daristanê ket

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket û piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin.Li gundê Axdadê yê li herêma Mamekiyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ket.Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya…

31 Tebax 2024

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket û piştî 3 demjimêran hat kontrolkirin.

Li gundê Axdadê yê li herêma Mamekiyê ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan, tîmên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzûrê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku ligel makîneyên kar bi bêr û bivîran jî midexale hatiye kirin.

Piştî nêzîkî 3 demjimêran agir hatiye kontrolkirin.

Derbarê zerrra agir de ti zanyarî nehatine belavkirin.