Cara ewil e roketên parastina asmanî gihîştin Rojavayê Kurdistanê

Yekem car rokêtên parastina asmanî yên Avenger gihîştin Rojavayê Kurdistanê.Rokêtên Avenger ên Amerîkî ku wekî “AN/TWQ – 1” tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê li bargehên hêzên Amerîkayê hatin bicihkirin.Ev rokêt heta 443 kîlometreyan diçin û balafiran dixînin…

23 Tîrmeh 2024

Yekem car rokêtên parastina asmanî yên Avenger gihîştin Rojavayê Kurdistanê.

Rokêtên Avenger ên Amerîkî ku wekî “AN/TWQ – 1” tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê li bargehên hêzên Amerîkayê hatin bicihkirin.

Ev rokêt heta 443 kîlometreyan diçin û balafiran dixînin xwarê.

Ew rokêt li ser wesayîtê leşkerî tên siwarkirin û bi rihetî ji cihekî dikarin ji bo cihekî din bêne birin û bicihkirin.

Ev yekemîn car e ev sîstema rokêtan ji Rojavayê Kurdistanê tê şandin.

Hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li herêmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye û rayêdarên Amerîkayê bi xwe her demê wê yekê tîne ziman.

Tirsa Tirkiyeyê ew e ku ev çekên giran bikevin destê HSD û PKKyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogn got, çekên Amerîkî yên ku di destê PKK de hene bi zorê dikevin destê Tirkiyeyê.

Rokêta sîstema parastina asmanî Avenger (AN/TWQ-1)

– Sîstemeke parastina asmanî ya Amerîkayê ye

– Li dijî balafiran hatine çêkirin

– Heta 443 kîlometreyan diçe

– Li ser wesayîtên leşkerî tên siwarkirin

– Di sala 1989an de hatiye bikaranîn

– Giraniya wan 3 hezar û 900 kîlogram e

– Dirêjiya wan 4 metre 95 cm ye

– Leza wan 98 kîlometre ye

– Bi sîstema lazer kar dike û ji sedî 100 armanca xwe pêk tîne