Çiyayê Cûdî hê jî dişewite!

Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şewata ku 19ê Tîrmehê derketibû hîn jî berdewam dike û li gor agahiyên berdest di encama şewatê de heta niha bi dehan dar şewitîne û zeviyên xelkê zirareke mezin dîtine.

21 Tîrmeh 2018

Hate ragihandin bi hinceta operasyonê destûr nayê dayîn xelk nêzî wê deverê bibe û şewatê vemirîne.

Ji aliyê din ji dezgehên pêwendîdar jî heta niha midaxaleyek pêk nehatiye.