ENKS li ser girtina endamên xwe û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê civiya

Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 24ê Hezîranê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.Hate ragihandin ku di civînê de, girtina endamên ENKSê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê tê gotûbêjkirin.Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji medya…

25 Hezîran 2024

Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 24ê Hezîranê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, girtina endamên ENKSê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê tê gotûbêjkirin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji medya Kurdistanê re got: “Civîna Serkirdayetiya ENKSê di demekê de ye ku êrîşeke mezin ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve li ser ENKSê heye ku heta îro 15 endamên ENKSê hatine girtin û em çarenivîsa wan nizanin. Herwiha ofîsên ENKSê tên şewitandin û di ragihandinê de dijayetiya ENKSê tê kirin.”

Herwiha Yûsif diyar kir, di civîna ENKSê de rewşa rewşa kurdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tê gotûbêjkirin û raporên ku ji wan herêman hatine dê bêne xwendin da ku nirxandin û tiştê pêwsît derbarê wan de bikin.