Derbarê 2 parlamenterên Batmanê de lêpirsîn

Dadgeha Komarê ya Batmanê derbarê parlamenterên HDPê yên Batmanê Feleknas Uca û Mehmet Rüştü Tiryaki de lêpirsîn da despêkirin.

20 Tîrmeh 2018

Da zanîn, Dadgeha Batmanê ji ber parlamenterên HDPê Feleknas Uca û Mehmet Rüştü Tiryaki tevlî merasîma gerîlayekî PKKê bûne, lêpirsîn da despêkirin.

Berî 3 rojan jî dadgeha Diyarbekirê derbarê parlamenterên HDPê yên Diyarbekirê Remziye Tosun û Mûsa Farisogullari de ji ber tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê PKKê bûne, lêpirsîn dabû despêkirin.