Polîtburoya PDKê bi boneya salvegera damezrandina YNKê pîrozbahî li wê partiyê kir

Ji ber 49emîn salvegera damezrandina YNKê, Polîtburoya PDKê peyamek arasteyî wê partiyê kir.Peyama pîrozbahiyê ya Polîtburoya PDKê waha ye:Birêz Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî,Birêz Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê,Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê, pîrozbahiyekî germ…

2 Hezîran 2024

Ji ber 49emîn salvegera damezrandina YNKê, Polîtburoya PDKê peyamek arasteyî wê partiyê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Polîtburoya PDKê waha ye:

Birêz Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî,

Birêz Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê,

Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê, pîrozbahiyekî germ li we yên birêz, kadro, endam û alîgirên partiya we ya tekoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazin.

Di vê derfetê de careke din em teqezî li hemahengî, yekrêzî û hevxebatiya mil bi mil a hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ji bo çareseriya pirsgirêkên çarenivîssaz û parastina destkeftên gelê me û parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê.

Careke din pîrozbahiyê li we dikin û her serkeftî bin.

Polîtburoya PDKê

01.06.2024