BATMAN/ İHD’yê serdana Batman-PAKê kir

Îro 18ê Tîrmeha 2018an Şaxa Batmanê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) serdana Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) kir.

18 Tîrmeh 2018

Batman/ Rûpela Nû Îro 18ê Tîrmeha 2018an Şandeyeke İHDê ku ji Serokê İHDya Batmanê Devran Yıldız û rêveberiya İHDê pêkhatî, serdana PAKa Batmanê kir.

Şandeya İHDê ji aliyê Serokê PAKa Batmanê Aziz Özdemir û endamên reveberiya PAK-Batmanê ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de mijarên giring ên rojevê hatin nirxandin.

Piştî sohbeteke germ, hêviya berdewamiya danûstandinên bênavber hate kirin.

pak-ihd-batman-2.jpg