YSKyê îtiraza DEM Partiyê qebûl kir: Abdullah Zeydan dê mazbatayê bistîne

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê…

3 Nîsan 2024

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) îtiraza DEM Partiyê qebûl kir û biryar da ku Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin û mazbata bi berbijêrê AKPyê yê Şaredariya Wanê hat dayîn li bajarê Wanê û li seranserê Bakurê Kurdistanê gelek çalakî û xwepêşandan hatin kirin.

Lijneya Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) piştî nerazîbûna xelkê û partiyên siyasî biryara Lijneya Hilbijartinan a Wanê betal kir.

YSKyê biryar da ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan mazbatayê bistîne.