ENKS li Parisê li gel wezereta derve ya Fransa civiya

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li paytexta Fransa Parîsê, li gel Wezareta Derve ya Fransa civiya û tê de bi amadebûna Xanima Brigitte Cormi, Balyoza Fransa li Sûriyê jî amadebû. Di civînê de, şanda Encûmena Niştimanî ya…

22 Sibat 2024

Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li paytexta Fransa Parîsê, li gel Wezareta Derve ya Fransa civiya û tê de bi amadebûna Xanima Brigitte Cormi, Balyoza Fransa li Sûriyê jî amadebû. Di civînê de, şanda Encûmena Niştimanî ya Kurdî bi serperestiya Kamîran Haco Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve û Mizgîn Yûsif û Rêzan Şêxmûs, endamên nivîsgehê, amade bûn.

Di civînê de çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û rêyên gihiştina çareseriyên siyasî yên berdewam ji ber kêşeyên navçeyî û navdewletî hatin gengeşekirin û amadebûyan rewşa navçeyên Kurdistanî bi taybet li ser pêşhatên siyasî û emnî gotûbêj kirin. .