Di bombebarana firokeyên Tirkiyeyê de 2 kes li gundekî Akrê şehîd bûn

Sê welatî ku Pêşmerge ne, di seredanekê de ji bo gundê Kafiye, ber bombebarana Tirkiyê ketin û niha gundî li wan digerin. Di encamê de du ji wan jiyana ji dest dan.Balefirên Tirkiyê gundê Kafiye yê girêdayî Akrê bombebaran kirin,…

21 Sibat 2024

Sê welatî ku Pêşmerge ne, di seredanekê de ji bo gundê Kafiye, ber bombebarana Tirkiyê ketin û niha gundî li wan digerin. Di encamê de du ji wan jiyana ji dest dan.

Balefirên Tirkiyê gundê Kafiye yê girêdayî Akrê bombebaran kirin, tê gotin di encamê de, sê welatiyên ku çûbûn seredana rez û baxên xwe bikin ber bombebaranê ketine.

Li gorî agahiyên herî nû, du ji wan welatiyan jiyana xwe ji dest dane, herdu jî pismamê hev in. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Tê zanîn, herdu welatiyên jiyana xwe ji dest dane, Pêşmergeyên xanenişîn in.