Papa Francis Êrîşa Îranê ya li Hewlêrê Şermezar Kir

Papa Francis îro Çarşemê êrîşa Îranê ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir û bang li hemî partîyan kir ku rê li ber gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn bigirin.Bi êrîşa Îranê re fikar çêbûn ku girjîya bi şerê Hamas û…

18 Çile 2024

Papa Francis îro Çarşemê êrîşa Îranê ya li Herêma Kurdistana Îraqê şermezar kir û bang li hemî partîyan kir ku rê li ber gurbûna girjîya li Rojhilata Navîn bigirin.

Bi êrîşa Îranê re fikar çêbûn ku girjîya bi şerê Hamas û Îsraîlê re gur bûye, bi alîgirên Tehranê yên li Lubnan, Surîyê, Îraq û Yemenê hîn mezintir bibe.

‘’Ez piştgirî û nêzîkîya xwe jibo qurbanîyên êrîşa muşekî ya li Hewlêr ya paytexta Herêma Kurdisana Îraqê radigihînim.’’ Papa Francis got.

Wî dîyar kir ku cîran ne bi êrîşan, lê bî dîyalog û danûstandinan peywendîyên baş çêdikin û got ku ew bang li hemî kesan dike ku girjîya li Rojhilata Navîn gur nekin.

Papa Francis jibo qurbanîyên şer yên li Ukrayna, Îsraîl û axa Filîstînîyan banga diayan kir.

Jêder: Reuters