Konsulê Çînê: Em dixwazin astê bazirganiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind bikin

Konsulê Çînê niyeta welatê xwe ji bo bilindkirina astê bazirganiya xwe bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, eşkere jî kir ku niha 60 kompaniyên Çînê li Herêma Kurdistanê kar dikin û dixwazin wê hejmarê bilind bikin.Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê…

9 Çile 2024

Konsulê Çînê niyeta welatê xwe ji bo bilindkirina astê bazirganiya xwe bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, eşkere jî kir ku niha 60 kompaniyên Çînê li Herêma Kurdistanê kar dikin û dixwazin wê hejmarê bilind bikin.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Muslim îro (Duşem, 8ê Çileya 2024ê) bi Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê, di wê civînê de Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê bi Konsulê Giştî yê Çînê re danûstandin li ser pêşxistin û bilindkirina astê bazirganiya navbera Çînê û Herêma Kurdistanê kirin.

Li dû wê ragehandinê, Konsulê Çînê amaje daye ku ji wan re giring e astê peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re bilind bikin û piştevaniya kompaniyên Çînî bikin ku ji bo karkirinê bên Kurdistanê.

Niha 60 kompaniyên Çînê li Herêma Kurdistanê kar dikin, navbirî got, “Em dixwazin wê hejmarê zêde bikin, bi kalitî û nirxên baş”.

Konsulê Çînê eşkere jî kir, welatê wî peywendiyên bazirganî û çandî jî bi Herêma Kurdistanê re hene.

K24