Siyasetmedar Nurettin Yılmaz koça dawî kir

Siyasetmedarê kurd, parlementerê berê yê Mêrdînê Nurettin Yilmaz di 80 saliya xwe de li Enqerê koça dawî kir.

22 Hezîran 2018

Yekem namzedê serokomariya Tirkiyê ê kurd Nurettin Yilmaz ê ku sê serdema li parlementoyê Tirkiyê parlementerî kir li Enqerê jiyana xwe ji dest da.

Nurettin Yilmaz yek ji medûrên herî navdar ê derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bû.

NURETTIN YILMAZ KI YE?

Nurettin Yilmaz di sala 1938an de li Cizîra Botan a Şirnexê jidayik bû. Li Zanîngeha Enqerê beşa Hiqûqê xwend; parêzerî û dadwerî kir. Yilmaz ji lîsteya CHPe û ANAPê parlementeriya Mêrdînê kir. Di sala 1977an de li Mêrdînê weke parlementerê berê hat hilbijartin. Di dema Serokomarê berê yê Tirkiyê Fahri Koruturk de bû namzedê Serokomariya Tirkiyê û 80 deng wergirt. Yilmaz di dema derbeya leşkerî ku parlementerê Mêrdînê bû ji doza 49an hat darizandin, hat girtin û ligel Ahmet Turk li girtîgeha Amedê 3 salan raza. Yilmaz yek ji medûrên derbeya leşkerî bû. Yilmaz bi navê ‘Yakin Tarihin Tanigiyim’ (Ez çavdêrê Dîroka Nêz im) kitêbek nivîsandibû û behsa dîroka nêz û serpêhatiyên xwe kiribû.