Partîya Welatparêzên Kurdistanê: Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî Pîroz Be

"Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî,…

15 Kanûn 2023

“Em hêvî dikin ku ev cejn bibe destpêka alandina hemû êş û elemên hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bicîh anîna hemû mafên Kurdên Êzidî, ji bo alandina hemû êşên xuşk û birayên me yên Êzidî dê bernameyên taybet bicîh bînin.

Em Cejna Rojîyê, Cejna Êzî ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li Kurdistanê û yên li hemû cîhanê pîroz dikin.”

15.12.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)