Ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ragihand ku haya wan ji peymana navbera Tirkiye û Amerîkayê ya têkilîdarî bajarê Minbicê de tine.

5 Hezîran 2018

Li gorî RTyê, Derweş teqez kiriye ku kesî ti ji wan re behsa madeyên wê peymanê nekiriye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî îro ragihandibû û destnîşan kir ku heta ji peyman û naveroka wê piştrast nebe, nikare ti şiroveyê li ser bike.