Gaggins: Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir nêzîkî 10 milyar dolaran dixe xezîneya Esed

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, “Hikûmeta Sûriyê salane di navbera 5.7 milyar û 10 milyar dolaran de, ji çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir distîne.Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Miles Gaggins li hejmara xwe ya tora…

25 Gulan 2023

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, “Hikûmeta Sûriyê salane di navbera 5.7 milyar û 10 milyar dolaran de, ji çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir distîne.

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Miles Gaggins li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir yên neyasayî û nerwa li Sûriyê salane di navbera 5.7 û 10 milyar dolaran de dixe xezîneya Esed.”

Gaggins got jî, dewletên Kendavê ji Şamê dixwazin ku rêkarên tund li hember dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir bigire û bingehek belaş nede kargehên çêkirina hebên Captagonê.

Kurdistan 24