Endameke malbata Şahê Brîtanyayê serdana Duhokê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şahzade Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles kir.Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar û du cîgirên parêzgar şeva borî pêşwazî li Şahzada Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles…

24 Gulan 2023

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şahzade Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles kir.

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar û du cîgirên parêzgar şeva borî pêşwazî li Şahzada Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles ê Brîtanyayê kir ku Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û Konsulê Giştî yê Brîtanya pê re bûn.

Di civînê de behsa peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û rola wan di alîkariya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê hate kirin. Parêzgarê Duhokê spasiya Hikûmeta Brîtanya kir û hêviya pêşxistina pêwendiyan xwast.

Ji aliyê xwe ve, xanim Duchess Sophie Edinburgh behsa tevger û çalakiyên di warên aştî û mafên mirovan de bi taybetî jin û zarokan kir û behsa armanca serdana xwe bo Parêzgeha Duhokê eşkere kir.

Rewşa penaberan û pêşhatên dawî yên di vî warî de, mijareke din a hevdîtinê bû.