Encûmena Pên ya Amerîkayê belav kiriye ku Îran mezintirîn girtîgeh e bo jinên nivîskar

Encûmena Pên ya Amerîkayê di raporekê de belav kiriye ku Çîn û Îran di warê metirsiyên bo ser nisvîskaran pileya yekem û duyem li cîhanê hene.Roja Pêncşemî 7ê Banemerê, Encûmena Pên ya Amerîkayê di nûtirîn rapora xwe ya îsal de…

28 Nîsan 2023

Encûmena Pên ya Amerîkayê di raporekê de belav kiriye ku Çîn û Îran di warê metirsiyên bo ser nisvîskaran pileya yekem û duyem li cîhanê hene.

Roja Pêncşemî 7ê Banemerê, Encûmena Pên ya Amerîkayê di nûtirîn rapora xwe ya îsal de belav kiriye ku rejîma Îranê piştî welatê Çînê duyemîn welat e di cîhanê de ku bûye mezintirîn girtîgeh bo nivîskaran.

Pêka vê raporê di sala zayînî ya derbasbûyî de, aliyê kêm 90 nivîskar li Çînê û 57 jî li Îranê hatine binçavkirin.

Herwisa hatiye ragihandin, ku Îran di warê binçavkirina jinên nivîskar di cîhanê de pileya yekê heye; pêka amaran li 42 jinên nivîskar yên binçavkirî 16 ji wan li Îranê ne û 11 jî li welatê Çînê.

Di beşek din a vê raporê hatiye ku Îran û Çîn tevî ku du girtîgehên mezin ji bo nivîskaran di cîhanê de ne, metirsîdartirîn welat in jî bo wan, û tevî hebûna givaşên zêde û nebûna azadiya gotinê di wan du welatan de, li sala derbasbûyî di wan her du welatan de xwenîşandanên mezin û berfireh li dijî desthilata hakim hatibûne lidarxistin.

Nûçe: Kurdistan Media