Binçavkirina welatiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li bajarê Bokanê berdewam e

Di wan rojan de rejîmê dîsan dest avêtiye bi binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Bokanê û du roj berî niha Dr. “Selah Ehmedî” û alîkarê wî yê bi navê “Silêman Cawîd” ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve li bajarê Bokanê…

22 Nîsan 2023

Di wan rojan de rejîmê dîsan dest avêtiye bi binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Bokanê û du roj berî niha Dr. “Selah Ehmedî” û alîkarê wî yê bi navê “Silêman Cawîd” ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine binçavkirin û bo cihek nexya hatine veguhastin.

Pêka rapora “Encûmena Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê”, piştînîvroya Pêncşemî 31ê Xakelêweya 1402 a Rojî, Dr. “Selah Ehmedî” yê temen 55 salî û alîkarê wî “Silêman Cavîd” ê temen 35 salî, ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve, di vî bajarî de hatine binçavkirin.

Dr. “Selah Ehmedî” û alîkarî wî li dermanxaneya Dr. Ehmedî li bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaata rejîmê ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandî bi ser wan du welatiyan de ti zanyariyek li ber dest nîne.

Hêjayê gotinê ye ku di heyama heftiya derbasbûyî de 7 welatiyên din ên xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Bokanê hatine binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Nuçe: Kurdistan Media