Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê sibê bi HDPê re dicive

Hat ragihandin ku Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê sibê ji bo hilbijartinan bi HDPê re wê hevdîtinekê bike.

3 Gulan 2018

Weke ku tê zanîn 5 partî û hereketên kurdî; Hereketa Azadî, PAK, PDK-T, PSK û PDKê ku ji bo hilbijartina 24ê Heziranê li Tirkiyê ‘Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinê’ ava kiribûn di çarçoveya berfirehtirkirina tifaqê de wê sibê bi HDPê re bicivin.

Hat diyarkirin ku wê pênc partî bi Hevseroka HDPê Pervîn Buldan re bicivin û guftûgoya bereya Kurdistanî bikin ji bo hilbijartinê.