Serokatiya Herêma Kurdistanê komkujiya 4 Kurdan bi tundî şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û dibêje: “Em bang li berpirsên herêmê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan.”Duhî êvarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ehrar El Şerqiye ji…

22 Adar 2023

 Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û dibêje: “Em bang li berpirsên herêmê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan.”

Duhî êvarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ehrar El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand:

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî ew tawana ku duhî êvarê 20/3/2023an li bajarê Cindirêsê rû daye şermezar kir ku di dema vêxistina agirê Newrozê de di derheqê çend welatiyên Kurd de hatiye kirin û tê de 4 kesan cane xwe ji dest dan.

Di dema ku em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevsoz û hevxem in, daxwaz ji aliyên berpirs ên navçeyê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan yên yasayî û rê li ber dubarebûna tawanên wiha bigirin.

Dilşad Şihab

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê

21/3/2023