PAK, PSK û TDK-TEVGERê di Newrozê da li Semsûrê alîkarîyên xêrxwazan gîhandin mexdûrên erdhejê

Heyeteke hevbeş a PSK, PAK û TDK-TEVGERê, bi minasebeta Cejna Newrozê li gundê Ferxika yê li ser bajarê Semsûrê (Adiyaman), alîkarîyên xêrxwazan gîhandin 225 mexdûrên erdhejê .Alîkarîyên ku gihîştin mexdûran ji pêwîstîyên jinan û zarokan pêk hatibûn.Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER,…

21 Adar 2023

Heyeteke hevbeş a PSK, PAK û TDK-TEVGERê, bi minasebeta Cejna Newrozê li gundê Ferxika yê li ser bajarê Semsûrê (Adiyaman), alîkarîyên xêrxwazan gîhandin 225 mexdûrên erdhejê .

Alîkarîyên ku gihîştin mexdûran ji pêwîstîyên jinan û zarokan pêk hatibûn.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK, PAKê, gava ku alîkarî gîhandin mexdûran yek bi yek Newroza wan jî pîroz kirin.

Helbestvan û rewşenbîrê Kurd Remzî Çakin û mixtarên gundê Ferxika jî, di amade kirina vê organîzasyona gîhandina alîkarîyan da cîh girtin.

21.03.2023

11-054.jpg12-040.jpg10-065.jpg7-123.jpg5-220.jpg4-292.jpg3-370.jpg2-407.jpg