Fînlandiya: Tirkiye di derbarê endamtiya me de biryara xwe da

Li gor ragihandina rojnama Deutsche Welle ya Almanya, serokomarê Fînlandiyayê Niinistö, ragihandiye ku Tirkiye di derbarê endamtiya Fînlandiya ya NATO de biryara xwe daye û Tirkiyê wî dawetî Îstenbolê kiriye. Serokkomar Sauli Niinistö, wê roja înê li Îstenbolê amade be.…

16 Adar 2023

 Li gor ragihandina rojnama Deutsche Welle ya Almanya, serokomarê Fînlandiyayê Niinistö, ragihandiye ku Tirkiye di derbarê endamtiya Fînlandiya ya NATO de biryara xwe daye û Tirkiyê wî dawetî Îstenbolê kiriye. Serokkomar Sauli Niinistö, wê roja înê li Îstenbolê amade be. Di daxwuyaniya Niinistö de weha hat gotin:

“Dema Tirkiyê biryara xwe ragihîne, dixwaze ez li cem wan bim. Min dawetê qebûl kir. Di wexta beyana îradê de ez ê li wê derê bim.”

Sauli Niinistö wê roja pêncşemê seredana herêma erdhejê bike û roja înê li Îstenbolê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re bicive.

Îsveç ji bo bibe nedamê NATO yê wê li benda hilbijartinên 14 ê gulanê be. Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson li ser seredana welatê Îsveçê ya ji bo endamtiya NATO yê got:

“Piştî hilbijartinên Tirkiyê em bende ne ku zûtir endamtiya me ya NATO yê tesdîq bibe.”