Hejmara Mirinên ji Erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê Digiheje Nêzî 50 Hezarî

Ajansa Reuters ragihand ku hejmara mirinên ji erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê digiheje nêzî 50 hezarî ku 43,556 ji wan li Tirkîyê ne.Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu got ku wan li herêmên erdhejê heta niha 313,000 kon vedane û…

24 Sibat 2023

Ajansa Reuters ragihand ku hejmara mirinên ji erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê digiheje nêzî 50 hezarî ku 43,556 ji wan li Tirkîyê ne.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu got ku wan li herêmên erdhejê heta niha 313,000 kon vedane û avakirina 100,000 xanîyên konteynir jî didomin.

Soylu di erdhejan de pirtir ji 600,000 avahî û 150,000 cîhên bazirganî jî zarar dîtine.

“Emê bajarên xwe li cîhên rast ava bikin ku zarokên me li bajarên hêzdartir bijîn. Em dizanin ku em di testeke çawa derbaz dikin û emê bi awayekî xurttir ji vê rewşê derkevin,” Soylu got.

Wî bi berdewamî got ku lêpirsîna wan ya dijî kes û kompanîyên avahîsaz diome û heta niha navên 564 berguman hatine dîyar kirin û dijî 160 kesan dozen bi fermi doz hatine vekirin.