Şeva derbasbûyê carek din kolanên bajarên Kurdistan û Îranê bûne çepera azadîxwazan

Xelkê azadîxwaz yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şeva derbasbûyî carek din hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê berxwedan kirin.Pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, şeva derbadbûyî 10 li ser 11ê Rêbendanê, li çendîn bajarên…

31 Çile 2023

Xelkê azadîxwaz yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şeva derbasbûyî carek din hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê berxwedan kirin.

Pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, şeva derbadbûyî 10 li ser 11ê Rêbendanê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wek “Sine, Bokan, Kirmaşan, Kelardeşt, Tehran, Yezid, Meşhed, Şîraz, Îsfehan, Kerec, Gîlan, Kirman” û çendîn bajarên din, xelkê azadîxwaz bi dana dirûşiman li dijî rejîmê û desthilata Komara Îslamî, hilkirina agiran û girtina rêyên nava bajar carek din li çepera şeqaman amade bûn.

Li bajarê Sinê, piştî binçavkirina çend mamosteyên olî yên wî bajarî, ciwanên azadîxwaz hatine ser şeqaman û bi agiran rêyên nava bajar girtin û dirûşmên weke “şeqam ya me ye û ew şoreşe dê serbikeve, mirin bo Xamineyî, mirin bo dîktator, hemû xelkê Îranê bira ne û têhniyê xwîna rêberê rejîmê ne” dan.

Herwisa ji aliyek din ve, li çendîn texên bajarê “Tehran”ê xelk li ser şeqaman bi hilkirina agir û kombûnan kerib û kîna xwe ji rejîmê dane nîşandan û li dijî rêberê rejîmê silogan dan.

Ciwanên azadîxwaz ên bajarê “Kilardeşt”ê, benêr û posterên taybet bi 22ê Rêbendanê ku di nav bajar de hatibûne daliqandin, şewitandin.

Li bajarê “Meşhed”ê xelkê rijiyabne ser şeqaman û li dfijî rejîmê dirûşm dan.

 

Nûçe: Kurdistan Media