Netanyahu: Îran aloziyan vediguhezîne welatên din

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber bidestxistina çekên atomî yên Îranê bigire û dê hevahengiya ligel Amerîkayê bihêztir bike.Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber…

31 Çile 2023

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber bidestxistina çekên atomî yên Îranê bigire û dê hevahengiya ligel Amerîkayê bihêztir bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu got, Îsraîl dê her tiştî bike ku rê li ber bidestxistina çekên atomî yên Îranê bigire û dê hevahengiya ligel Amerîkayê bihêztir bike.

Benyamîn Netanyahu di konferanseke rojnamevaniyê de got: “Hemû welatên cîhanê dibînin ku çawa Îran aloziyan li welatên din û heta li derveyî Rojhilata Navîn belav dike.”

Netanyahu got: “Lihevhatinek heye ku Îran nebe xwedî çekên atomî. Me bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re li ser hebûna siyaseteke hevpar û ji bo pêşîgirtina li tehdîdan bi hev re gotûbêjên pir baş kirin. Min gelek caran gotiye û dubare dikim. Siyaseta me ew e ku ji bo ku Îran negihêje çekên atomî her tiştî ji destê Îsraîlê were em ê bikin.”

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja yekşemê çû Qahîreyê û îro gihîşte Îsraîlê û bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re hevdîtin pêk anî.